DESTEKÊ DIN YÊ ÎRANÊ LI NAVÇEYÊ HAT BIRRÎN

ESXER PAŞAPOR FERMANDARÊ FEYLEQA “QUDIS” YÊ SIPAYÊ PASDARAN LI HELEBÊ TÊ KUŞTIN

Esxer Paşapor, fermandar bilind yê Feyleqa Qudis ya sipayê Pasdarên Îranê li Sûriyê tê kuştin, Paşapor di pevçûnekê de li gel dijberên Beşar Esedî li helebê hat kuştin.

Pêgeha “Dîfa’ Qudis” ya ser bi rejîma Îranê ve hevdem digel tekez kirina kuştina vî fermandarê bilindê sipayê Qudis yê ser bi sipayê Pasdarên Îranê ve nivîsandiye: “Esxer Paşapor bi kod navê Cîhadî Esger Zakir, duh roja yekşemî li Sûriyê şehîd ket”.

Paşapor nîşteciyê bajarê Rêy yê Îranê ye û li gor pêgeha “Dîfa’ Qudis” ew yek bû ji wan kesên destpêkê weke “Parêzvanên Herem” digel Qasim Suleymanî çûbû Sûriyê û li dawiyê li roja rabûrî di pevçûnên digel hêzên dijberên Beşar Esedî de hat kuştin.

Îran navê “Parêzvanên Heremê” li ser hêzên xwe yên li Sûriyê ji bo bejewendiya rejîma Beşar Esedî şer diken kiriye.

Pustên heman beş