DERMANA DIJE VAYROSA KORONA TÊ DÎTIN

DERMANA DIJE VAYROSA KORONA TÊ DÎTIN

Kenalê fermî yê wilatê Çînê ragihand tîmeke lêkolînên nojdarî li zanîngeha “Jîciyang” gihiştîne dermanekê kirdarî û “êklaker” li dijî Vayrosa Korona

Li gorey pêgeha “Rûsiya Tudey” kanalê navendî yê wilatê Çînê ragihandiye, tîmeka lêkolînên nojdarî li zanîngeha “Jîciyang” li wilatê Çînê gihiştîne “dermank kirdarî û êklaker” ji bo berhingar bûna Vayrosa “Korona” û serkeftî bûne di cerbandinekê da li ser nexoşekê li rojhilatê Çînê.

Pêgeha Rûsiya Tudey  ev yek jî zelalkirin, endamên tîma lêkolînê ku Lî Lan Ciwan, serperiştiya wê dike, bajarê Wuhan hilbijartiye ji bo berifrehkirina bikaranîna vê çareseriyê û ji ber vê yekê îro serê sibê gihiştîne vî bajarî ji bo berhingarbûna vê vayrosa kujek.

Çin Zoying, cêgirê serokê nexweşxaneya Jîciyang tekez kir nabe ev çaresera nû bê serperiştiya tîmeke nojdarî ya bispor bê bikar anîn.

Pustên heman beş