XAMINEYÎ: SERKIRDEYÊN EREBAN NEZANIN

XAMINEYÎ: SERKIRDEYÊN EREBAN DEBENGIN

Rêberê şorişa Îslamî ya Îranê îro ragihand, serkirdeyên Ereb ewên piştgirî li “Peymana Sed sale” kirîn, nezanin û tu bisporiyek li cem wan nîne.

Ayetullah Elî Xamineyî îro roja çarşemî 5/2/2020an li ser hesaba xwe ya twitterê nivîsandiye: “Serkirdeyên Ereb ewên piştgirî bo Peymana Sed sale ya Donald Tramp kirîn, nezanin û tu bisporiyek li cem wan nîne û ewan tu rêzek li cem gelên xwe jî nîne”.

Xamineyî her wiha dibêje: “Hûn li wan serkirdeyan ne nêrin, yên piştgirî li Peymana Sed sale kirîn ew xaînin”.

Donald Tramp serokê Amerîkayê li hefteya rabûrî “Peymana Sed sale” ji bo aşitiya Rojhilata Navîn bi taybet li navbera Îsraîl û Felestînê ragihand û li gor wê, Qudis bi fermî weke paytexta dewleta Îsraîlê hatiye nas kirin.

Pustên heman beş