Miemer Eliryanî, wezîrê pêdana zanyariyan li Yemenê, îro roja çarşemî 5/2/2020an xeber ji kuştina hejmarek ji bisporên serbazî yên îranî û Libnanî yên girêdayî Hîzbollahê li enyên “Nihim”, “Serwah”, “Elcof” û “Elbeyza” da.
Eliryanî ragihand: “di êrîşa arteşa netewî ya Yemenê de bo ser çendîn cebheyan li bajarên cuda yên Yemenê, sedan çekdarên Hosî û hejmarek ji fermande û bisporên serbazî yên Îranê û Hîzbollaha Libnanê hatîne kuştin”.
Navbirî di dirêjahiya axaftina xwe de ragihand: ” ev şer hêjan didome û hêzên artêşa neteweyî ya Yemenê karîne dirbeyên mezin li çekdarên Hosîyan bidin”.
Li gora medyaya fermî ya Yemenê, Eliryanî gotiye: “Yemeni li dijî pirojeya firawan xwaziya rejîma Îranê û dovelankên wê ye”.
Eliryanî axaftina xwe berdewam kir û got: ” mîlîşyatên Hosî bê ku ti bihayekê bi çekdarên xwe yan malbatên wan bide, van çekdaran ber bi cebheyeke şer û ber bi mirneke hetmî dibe. Ew malbatên van çekdaran bi sozên serkeftinên mezin dixapînin, di demekê de ku ew ji bo şerên ne netewî û bê mifa ji bo bîyaniyan, ji bo radest kirina Yemenê bo destê rejîma Îranî korên vî milletî didin kuştin.