LI GOREY RAPIRSIYEKA DEWLETA ÎRANÊ: 82٪ JI GELÊ ÎRANÊ BEŞDARÎ HILBIJARTINAN NABIN

LI GOREY RAPIRSIYEKA DEWLETA ÎRANÊ: 82٪ JI GELÊ ÎRANÊ BEŞDARÎ HILBIJARTINAN NABIN

Kenalê fermî yê wilatê Îranê duh roja çarşemî 5/2/2020an xeber ji encamên rapirsiyeke fermî da ku di ropela xwe ya fermî li telegramê de parve kiriye.

“Kenalê xeber” ê komara îslamî ya Îranî di vê rapirsiyê de bi çend pirsyaran ji beşdarbûyan xwast ku nerîna xwe li ser hilbijartinên pêşerojê yên parlamentoya Îranê diyar bikin.

Herçend vî kenalî ti rîklamek ji bo vê rapirsiyê nekir jî û demek kurt jî ji bo dest nîşan kirbû, lê belê berisva beşdarbûyan di vê rapirsiyê de, eşkere dike ku pitrî 80٪ yên beşdarbûyan deng bi beşdarî nekirin di hilbijartinan de daye. Piştî eşkere bûna encamên vê rapirsiyê, berpirsên vî kenalê fermî yê medyaya Îranê, encamên vê rapirsiyê îmhakirin.

Piştî îmha kirina encamên rapirsiyê di ropela xwe de vî kenalê fermî yê komara îslamî ya Îranê bi vî rengî daxweyand: “li gor nerîna piraniya şopînerên kenalê me li ser vê yekê ku pirsyar a temam nebû, rapirsiya mezin û nîştîmanî ya wilatî wê hinek rastvekirinan li ser opşinên vê rapirsiyê encam bidet û dîsan wê di ropela me de bibînin. Her wiha hejmarek zêde ji girop û desteyên dije şoreşa îslamî bi kempîn û beşdarbûn di vê rapirsiyê de opşina nexêr ez beşdar nabim bi rengeke sîstematîk hilbijart bû”.

Ropela telegramê ya vî kenalê fermî yê dewleta Îranê digel daxwaz kirin ji hemû kesekê ji bo beşdar bûn di rapirsiya nû de ku biryare encam bidin, nivîsand: “daxwazê ji hemû “gelê” xwe yê bi rumet dikîn bi beşdarbûn di rapirsiya nû de alîkar bin daku “encamek şefaf” bi dest bixîn”.

 

LI GOREY RAPIRSIYEKA DEWLETA ÎRANÊ: 82٪ JI GELÊ ÎRANÊ BEŞDARÎ HILBIJARTINAN NABIN

Pustên heman beş