KARESATEKE CERIG BIR LI IDLIBÊ DI QEWME

KARESATEKE CERIG BIR LI IDLIBÊ DI QEWME

Şer û pevçûn li parêzgeha Idlibê ya Bakurê Sûriyê di dome, cengê rewşek karesatbar dirist kiriye, gel koçber dibe, lê ji mûşekên rejîma Sûriyê rizgar nabe.

Êrîşa hêzên rejîma Sûriyê û hevpeymana wê Rûsya Federal li ser pêgehên opozisyonê li sînorê Idlibê dewam dike, gelê Idlibê ku bi egera şer bi berdewamî koçberî navçeyên aram dibe, lê belê ji êrîşan rizgar nabe.

Îro roja şemî 8/2/2020an erebeyeka ji corê “Van” ku endamên 3 malbatên Idlibê têde bûn û bi niyazbûn ber bi navçeyên aram biçin, di rê de kete ber mûşekeka rejîma Sûriyê û ti kes jê rizgar nebû.

Nerîngeha Sûriyê ya mafên mirovan eşkere kir, ewê erebeya mînî pas 3 malbat têde bûn û piraniya qurbaniyên wê jin û zaro bûn.

Her wiha dest nîşan kir, mûşeka ku bi wê mînî pasê ketî, rejîma Sûriyê ji ser banê erebeyeka “Pîk Ap” avêtiye û mînî pas raste rast hedef kiriye.

Pustên heman beş