JI SERDEMÊ OSMANIYAN HEYA NIHA TIRKIYÊ HINDE HÊZ LI IDLIBÊ BICÎ NEKIRINE

JI SERDEMÊ OSMANIYAN HEYA NIHA TIRKIYÊ HINDE HÊZ LI IDLIBÊ BICÎ NEKIRINE

Hevdem digel berdewamiya cêgîrkirina hêzên xwe yên serbazî li Idlibê, Tirkiyê gef ji encamên her êrîşekê ji bo ser hêzên xwe kir û ragihand emê berisva her êrîşekê bidîn ku bibhête kirin ser leşkirên me li nava xaka Sûriyê de.

Ev gefên Tirkiyê paş hinartina hêzên zêdetir hat ji bo Idlibê.

Pêş niha fermandarên Tirkiyê yên li Idlibê û fermandarên Rûsî civînek sebaret rewşa Idlibê encamdabû ku têde bas li parastina aramiyê û pêşdebirina siyasî û encamdana civînek din li hefteya dahatî kirbû.

JI SERDEMÊ OSMANIYAN HEYA NIHA TIRKIYÊ HINDE HÊZ LI IDLIBÊ BICÎ NEKIRINE

Hinek çavkaniyên li Idlibê ragihand, danûstandinên dinavbera fermandarên Tirkiyê û Rûsyayê sebaret lihevhatina Soçî ya taybet ku li ser rewşa navçeyên jêr destihlata Tirkiyê hatbû îmazekirin bû.

Tirkan di vê civînê de amaje bi hinek xalên vê lihevhatinê kirbû û tekez kirbû ku di vê lihevhatinê de bas li navçeyên jêr desthilata Tirkiyê hatbû kirin, Tirkiyê dibêje ku rejîma Sûriyê û mîlîşyayên girêdayî wê ve pêgîriyê bi vê lihevhatinê nakin.

Fexredîn Alton Berdevkê serok Komarê Tirkiyê got: “serobin bûna rewşê li Idlibê êdî nayê qebûl kirin û rejîma Esed pêwîste baca vê rewşê û gihiştina bi vê rewşê bide”.

Ji aliyeke din artêşa rejîma Esed paş ragehandina kontrolkirina bajarê Serqib, ragihand ewê berdewam bin li ser pêşveçûnên xwe ji bo kontrolkirina temamî ya bajarê Idlibê li Bakurê Sûriyê.

Li gorey Nerîngeha Mafên Mirovan li Sûriyê, di dema çend demjimêrên borî de pêtirî 400 barhilgiran bi herî kêm bi hilgirtina wesayîtên leşkirî, çek, pêtivîyên Locistî digel sedan leşkirên Tirkiyê çûne nava Idlibê de.

JI SERDEMÊ OSMANIYAN HEYA NIHA TIRKIYÊ HINDE HÊZ LI IDLIBÊ BICÎ NEKIRINE

Ev leşkerkêşiya Tirkiyê weke mezintirîn leşkerkêşî ji bo bajarê Idlibê tê xemlandin, jiberku her ji serdema hebûna împiratoriyeta Osmanî heya niha ev yekem care bi vê rêjê leşker li bajarê Idlibê tên cêgîr kirin.

JI SERDEMÊ OSMANIYAN HEYA NIHA TIRKIYÊ HINDE HÊZ LI IDLIBÊ BICÎ NEKIRINE

Pustên heman beş