Li demekê belav bûna vayrosa Koronayê li nava Çînê û hejmareke wilatên cîhanê dewam dike, zor behis û şîrove li medyayî li derbara vê vayrosê hene ku renge evê vayrosê hinek armancên veşartî hebin, bi gotineke din: “Ev vayros çêkirî be”.
Li gor dawî amar, hîna niha 814 kesan canê xwe bi vayrosa Korona yê ji dest dane, 37 hezar û 591 kes tûş bûyî hene, her wiha ji sercema tûşbûyan, rewşa 6 hezar û 188 kesan xerabe, ji bilî Çînê 64 halet li 27 wilatan hatine tesbît kirin.
Li gor Kovara “Naşnal Êntirêst”, texmînên jêdera vayrosa Koronayê niha hinek rehindên ciyosyasî wergirtine, hinek siyasetvanên Rûs li wê bawerê ne ku Korona çekeke bayolocî yê Amerîkayê ye û armanc pê Mosko û Pekînin.
Lê di heman demê de kovarê behsa serederiya Viladîmêr Potîn û Kirimlênê digel nerîna wan siyasetvanan kiriye û dest nîşan kiriye ku Potîn û Krimlênê tenê hevsozî ji bo qurbaniyên Koronayê diyar kirine û berhevî ji bo alîkariya hikûmeta Çînê nîşan dane.
ERKÊ TAQÎGEHÊN BAYOLOCÎ YÊN AMERÎKAYÊ LI GURCISTANÊ, OKRAYNA, OZBEKISTANÊ ÇÎ YE?
Pêgeha “Zvezda” ya Rûsî ku ji aliyê wezareta bergiriyê ve tê piştevanî kirin, gotarek li dawiya meha rabûrî li jêr navê “Vayrosa Korona: Cenga bayolocî ya Amerîkayê li dijî Rûsya û Çînê weşandiye”, ev gotar behsa wan xesarên mezin dike ku bi abûra Çînê ketine û “tiyoriya pîlangêriyê” ya Amerîkayê bi mînak aniye, her wiha behis dike ku armanca Amerîkayê lawaz kirina Çînê ye di gera bihêt ya gotubêjên bazirganî de ku pêtirî salekê ne li navbera Çînê û Amerîkayê tên kirin.
Heman gotarê behsa gomanên Rûsyê dike ku Amerîkayê hejmareke taqîgehên bayolocî li hinek wilatên weke “Gurcistanê, Okrayna, Ozbekistanê” hene, her çend ku Amerîkayê li sala 1975an peymana Cinêvê ya çekên bayolocî îmze kiriye.
Di gotarê de wiha hatiye nivîsandin: Van taqîgehên Amerîkayê niyazeke qirêj li pişte, bi taybet piştî belavbûna dengoyê taqî kirina Amerîkayê ji bo çekekê bayolocî yê kujek li Gurcistanê ku li ser hinek wilatiyên wî wilatî hatiye têst kirin.
AYA RASTE PÊNTAGON Û ŞIRKETÊN DERMANAN KORONA ÇÊKIRINE Û ÇIMA BAJARÊ “WUHAN” HAT DEST NÎŞAN KIRIN?
Ji aliyekê din ve, serkirdeyê partiya lîbral demokrata Rûsya, Viladîmêr Cêrînfokî di daxweyanîya xwe de ji bo radyoya Mosko dibêje: “Pêntagon bi alîkariya hejmareke şirketên dermanan li pişt vayrosa Koronayê ne, armanc pê jinavbirina hinek giropên dest nîşan kirî yên wilatiyane li hinek wilatan”.
Heman nerîn ji aliyê siyasetmedar Îgor Nîkolîn ve hate dayîn wexta gotî: “Hilbijartina bajarê Wuhan ji bo belav kirina vayrosa Koronayê bi sedema hebûna (Inistityoya Wuhan ya zansitên vayrosî) ye ku ev inistityoyê zanyariyên pir girîng ji bo Pentagonê û hewalgîriya Amerîkayê li derbara têstên bayolocî dişîne”.
Îgor Nîkolîn dibêje: “Taqîgehên Amerîkayê li wilatên navhatî bi erka kom kirin û çareser kirina maddeyên Çînî yên wilatiyên Rûs û Çînî radibe, bi armanca dirist kirina vayroseke nejad perist ji bo jinavbirina hinek gelên destnîşan kirî”.
AMERÎKA ÇEKÊ BAYOLOCÎ BO LAWAZ KIRINA KÊ BI KAR TÎNE?
Her li vê derbarê de, bisporê serbazî yê Rûsî, Vîktor Baranîtis nerîneka hev awa heye û dibêje: “Cenga bayolocî bûye çekeke nû Amerîka ji bo serketina li ser hevrikên xwe yên sereke (Rûsya û Çînê) bi kar tîne”.
Lê digel van nerînan, hîna niha tu belgeyên zanistî nîne ku rastiya van nerînan îsbat bike, her wiha belav bûna vayrosî li pêtirî wilatekî wê nerînê bi zehmet dike ku ji bo jinavbirina wilatekê dest nîşan kirî hatiye dirist kirin.