Wezareta berevaniyê ya Efxanistanê eşkere kir, 172 çekdarên tevgera Talîbanê li rojavaya wilat xwe radestî hêzên ewlehiyê kirine.
Wezareta berevaniyê ya Efxanistanê îro roja sêşemî 11/2/2020an ragihand, li herdû herêmên “Xor û Herat” yên rojavaya Efxanistanê, hejmara 172 çekdarên tevgera Talîbanê xwe radestî arteş û hêzên ewlehiyê kirine.
Dest nîşan kir, wan çekdaran cudabûna xwe ji tevgera Talîbanê ragihandiye û rû kirine hêzên ewlehiyê û xwe radest kirine.
Wezareta berevaniyê her li vê derbarê de amaje dike, 3 çekdarên ku îro xwe radest kirine, fermandarên navçeyane di tevgera Talîbanê de.
Li gor wezareta berevaniyê ya Efxanistanê, di dema 2 mehên rabûrî de, 582 çekdarên tevgera Talîbanê xwe radest kirine û vê yekê bandoreke erênî li ser pêvajoya aşitiyê hebû.