Rêxistina Saxlemiya Cîhanî îro ragihand ku dermanê dije vayrosa Koronayê wê pir gîro bibe û berdest nabe heya 18 mehên din.
Rêveberê giştî yê Rêxistina Saxlemiya Cîhanî “Têdros Edhanom Gêbrîsos” îro roja sêşemî 11/2/2020an li Cinêvê ragihand, yekem dermanê dije vayrosa Koronayê heya 18 mehên din berdest nabe, lewma ji bo vê qonaxê pêwîste bi rêkên berdest berhingariya vê vayrosê bikîn.
Her wiha dest nîşan kir, vayrosa Koronayê wê bi “Kofîd 19” were bi nav kirin û daxwaz ji wan wilatan kir ewên vayrosê Koronayê bi dijminê mirovatiyê di zanin, hemû hewlekê ji bo berhingarbûna wê bikin.
Rêveberê Rêxistna Saxlemiya Cîhanî dibêje: “heger cîhan naxwaze vê vayrosê bi dijmin bizane, eve bi wê watayê tê ku me ders ji dîrokê wernegirtine” û da zanîn li vê qonaxê tenê em dikarin sitratîciya rêgirî kirinê li belav bûna vayrosê bikar bînin.
Her di vê derbarê de, alyên fermî yên çînê dyar kirne ku hemû hewlên heya nha jbo dîtna dermanê dje vayrosê koronayê şkestin anîne.
Li gor datayên fermî, heya nha 1.043 kesan bi egera vayrosa koronayê li çînê canê xwe ji dest dane, hejmara tûşbûyan ji 43 hzar kesan derbas bûye.