Arteşa Tirkiyê îro karwanekê din yê serbaz û hêzên taybet şandin sînorê Idlibê, piştî ku Receb Teyb Erdogan gefên êrîş kirina ser arteşa Sûriyê kirîn.
Îro roja çarşemî 12/2/2020an arteşa Tirkiyê karwanekê din yê hêzên serbazî û taybet ku ji hêzên Komando, zirîpoşan pêkhatiye, rewaney Sûriyê kirin ji bo ku weke hêzeka piştevaniyê li sînorê Idlibê bihên cêgîr kirin.
Şandna van hêzan hevdemî hoşdariyên serok komarê Tirkiyê yên îro ne ku li parlemena Tirkiyê gotar li derbara rewşa Idlibê daye.
Erdogan gotiye: Her zirareke biçûk bi serbazên Tirkiyê li Sûriyê bikeve, ew dê bi dijwarî êrîşa arteşa Beşar Esedî bikin.
Serokê Tirkiyê her wiha dest nîşan kir, arteşa Beşar Esedî li erd û asîmanan ji êrîşên arteşa Tirkiyê parastî nabe.