SENATORÊ AMERÎKAYÊ: ÎRAN “PENCEŞÊRA” ROJHILATA NAVÎNE

SENATORÊ AMERÎKAYÊ: ÎRAN"PENCEŞÊRA" ROJHILATA NAVÎNE

Lêndisî Graham Senatorê Amerîkayê duh roja Eynî 14/2/2020an hevdem digel wesfkirina Îranê bi “Penceşêra” Rojhilata Navîn ragihand çareserkirina kirîzên Libnanê, Sûriyê û Îraqê bi tenê bi nehêlana rola Îranê di vê navçeyê de girêdayî ye.

Graham di civînekê de li konferansa ewlehiya Munchenê de, Îran weke Penceşêra navçeyê bi nav kir. Wî ragihand ku armanca Îranê “destve anîna bombeya navokî ye û eger Îran vê bombe yê dest xwe ve bîne dê wê bombeyê bikar bîne”.

Senatorê komarî yê Amerîkayê ragihand ku Hikûmeta Donald Trump himber vê yekê ku yek ji Bankên sotemeniya navokî li Ewropayê, sotemeniya navokî li ser Îranê û hemû dewletên din ên Rojhilata Navîn parve biket taku bikarin enerjî ya aştîxwazane dest xwe ve bînin, amadeye ku dorpêçên li ser Îranê rake.

Senator Lêndisî Graham ragihand ku ev pêguhereke ku Waşintonê ji bo lihevhatina navokî digel Îranê li ber çav wergirtiye.

Navbûrî her wiha Îran weke çavkaniya pirsgirêkên navçeyê binav kir û di vê derbarê de Îran weke berpirsa dirustkirina pirisgirêkan li wilatên Îraq, Sûriyê, Yemen û Libnanê dest nîşan kir.

Pustên heman beş