Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) ji bo cihên çavdêriyê yên li Îdlibê bi wesayîtên personel ên zirxkirî va qomando şand.
Otobusên eskerên qomando yên ji yekîneyên cuda yên Tirkiyeyê hatine şandin tê da bûn gihiştin Reyhanliya navçeya Hatayê.
Qomadoyên li ZPTyan siyar kirin di bin ewlehiya berfireh da şandin ciyên çavdêriyê yên li Îdlibê.
Li gor agahiyên dawî, heta niha nêzîkî 10 hezar serbazên qomando, 500 tank û hezaran alav û Otobusên serbazî bo gundewarên Îdlibê û Helebê hatine şandin. Tirkiye digel bihêzkirina xalên çavdêriyê, li ser sînorê jî hêz kom dike.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê dibêje, ew hember aloziya Sûriyê bêdeng û bê helwest namînin, ji ber ku, bi Sûriyê re 911 kîlometre sînorê wan heye. Digel hebûna çar milyon penaberan, eger heye du milyon penaberên din jî berê xwe bidin Tirkiyeyê.