ŞASIWAR EBDULWAHID JI XARINA PEREYÊN GEL BER BI XARINA SERÊ GEL

Şasiwar Ebdulwahid bazirganê hest û sozên hejaran
Şasiwar Ebdulwahid Kurdê Başûrê Kurdistanê ye, xwe bi biznizmen, siyasetvan û medyakar dide nas kirin, kenalê asîmanî yê NRT li Silêmaniyê li bin navê şirketa Naliya ava kiriye, her wiha hinek pirojeyên bazirganî weke Çavî Land li Silêmaniyê hene.
Şasiwar Ebdulwahid temen 41 sale, li sala 2017an dijatiya xwe ji bo Referandoma serxwebûna Kurdistanê bi zelalî kir û serkêşiya tevgerkê bi navê “Ne” ji bo dijatiya Referandomê kir.
Li heman salê tevgereke siyasî bi navê “Newey Nuwê” ava kir û beşdarî hilbijartinên Îraqê û Kurdistanê bû.
Şasiwar Ebdulwahid li destpêka derketina xwe ji bo qada bazirganiyê û paşan siyasetê li Herêma Başûrê, gelek piris li ser hebûn, tu kes û aliyan haya wan nebû li tu demekê û çawa dewlemend bû.
Çavkaniyên Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, hinek zaniyarî li derbarê Şasiwar Ebdulwahid bi dest xistin.
Şasiwar Ebdulwahid destpêka karên xwe yên bazirganî bi fêl kirinê li gelê hejar dest pê kirine, wexta ku bi rêya pirojeya “Çavî Land” pereyekê zor ji gelê hejar û kirêçî wergirtî ku pêtirî 20 milyon dolaran bûn û hîna niha ew pere ji bo xwediyên wan nevegerandine.
Her wiha li aliyekê din Şasiwar Ebdulwahid netenê fêl li gelê hejar kirine, lê belê hikûmeta Başûr jî ji fêlên wî rizgar nebûye û dema çendîn salane bi rêya Dr .Berhem Salih 51 milyon dolar ku weke qer ji wezareta darayî ya Hikûmeta Başûr wergirtibûn, hêjan ew qere ji bo hikûmetê venegerandiye.
Çima Şasiwar paş pirojeya rîformê dixwaze rewşê aloz bike
Pêgeha Darka Mazî ev piris ji çavkaniyekê nêzî Şasiwar Ebdulwahid kir, her çend ku bi wê zelaliyê bersiv neda, lê belê go: “Sedem ji bo pirojeya rîformê vedger ku parilmena Kurdistanê li meha rabûrî pejrandiye û niha ketiye di warê bicîkirinê de” ku çendîn caran Şasiwar hinek alî haydar kirine ku heger pirojeya rîformê were pejrandin ewê Kurdistana Başûr weke Meydana Tehrîr ya li Îraqê lê bikin .
Li gor pirojeya rîformê pêwîste hemû qerên li salên rabûrî hikûmetê bi bazirganên Başûr dane werin vegerandin, hikûmetê kujmê 800 milyon dolaran qer li cem bazirganan hene, ji wê kujmey 51 milyon dolar li cem Şasiwar Ebdulwahid hene, li vir û ji bo ku Şasiwar xwe ji vegerandina wî qerî bo hikûmetê vedize, siyaseta alozkirina rewşê û bi alîkariya saziyên Îranê û hejmareke partên Şî’î li Îraqê girtine ber û qeyrana xazê û gazê bi delîve ji bo xwe dîtiye ku muzayedatan li ser serê gelê hejar pê bike.
ŞASIWAR Û YARIYA 20 LÊTRÊN GAZÊ
Li rojên rabûrî Şasiwar Ebdulwahid tankerekê gazê kirî û li yek ji taxên hejar yên bajarê Dihokê her malekê 20 litrên gazî li ser dabeş kirine û bi vê rêkê bangeşeya wê yekê dkir ku ew li ser hesaba xwe gazê li ser gel dabeş dike, lê ya rast ew gaz û pirojeyên xêrxwazî yên Şasiwar bangeşê ji bo dike, bi pereyê gelê hejar û hkûmetê bi xwe kirîne û ew bizavê dike bi vê rêkê gel bi xapîne.
Her çend ku babeta Şasiwar û 20 lêtrên wî yên gazê di soşyal medyayê da rojekê gerim û gor bû, lê belê encam weke wî dixwestin nehatin, lewma niha histiryayê Şasiwar girtiye û da ku xwe ji dana 51 milyon dolaran bo hikûmetê vedize, ew yê bizavê dike careke din li xemên gel siwar bibe û xwepêşandanan dirust bike.
SIYASETMEDARÊ QIRÊJ Û BÊ REWIŞT
Çavkaniyên Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê nerîna hejmareke kadiroyên hizbên siyasî li derbara Şaswarê siyasetmedar wergirtine, wek kadiroyên tevgera Goranê, Partiya Demokirat ya Kurdistanê Yekîtya Niştîmanî û hizbeka Îslamî, wan Şasiwar bi kesekê dûrî xeta Kurdayetiyê wesif kirine, belku zêdetir bizavê dike rewşê û kêmasiyên li nava Herêma Başûrê ji bo berjewendiya xwe bişkêne, hinekan nerînên kûrtir hebûn û dibêjn: “Tekoşîna Şasiwar niha eve ku bibe dardestê hinek wlatên cîran ji bo alozkirina rewşa hundir ya Herêmê”, mînak wek çawa Îranê dest di alozkirina rewşa başûr û naverasta Îraqê de heye, Şasiwar niha xebatê dike bi wî rolî li Başûrê Kurdistanê rabe.
Li Îraqê Muqteda Sedir heye ku fermanên Îranê hawirdey wilatê xwe dike û cadê bi tilya xwe di livîne, Şasiwar li vir yê bizavê dike çav li Sedirî bike û ew li wê bawerê ye ku gel wê bi gaziya wî derkeve ser caddeyan, lê ya rast Şaswarî ne “Dersok” li ser serî heye, nejî rîh û cilên oldaran li berin, li vir jî ev gotina gelê başûr li bîr tê ew gotina dibêje: “Mirîşkê çav da qazê kûn lê bû geliyê Bazê”, mebest jî eve ku mirîşk ne dikare meleyan weke qazê bike nejî weke qazê bifire.
Lê belê tişta seyr eve ku paş 2 salan ji avabûna tevgera Newey Nuwê, 3 caran kirîzên mezin di nava vê tevgerê de çêbûne, ew kirîz ne jiber nerînên Şasiwar yên siyasî ne, belku li ser pirsên girêdayî exlaqê Şaswarî ne, bi vê sedemê parlimentera tevgera Newey Nuwê “Şadî Newzad” ku Şasiwar gefa parvekirina vîdyoyên wê kirbû, dest ji kar kişand û li pey wê, hejmareke din ya kadiro û parlimenterên tevgerê dest ji wê tevgerê berdan, li vir pirsek serhildide ew jî, Şaswarê nikare namûs û rumeta kadiroyên beriz yên tevgera xwe û malbata xwe “Sirwe” bi parêze wê çawa bikare şerefa gelê Kurd biparêze?
ŞASIWAR Û QONAXA DUYEMÎN JI XIYANETA 16Ê OKTOBERÊ
Paş biryardanê li ser encamdayîna referandoma Başûrê Kurdistanê, dewletên dagîrkarên Kurdistanê gelek dijatî û pîlan li dijî Kurdistanê encamdan, lê belê tu yek ji wan pîlanan serketin neanîn, li 16ê oktobera sala 2017an wate bi tenê 20 rojan paş referandomê, dewletên dagîrkar bi taybet Îranê û Îraqê û Tirkiyê, hemû hewil dan ku statoya Başûrê Kurdistanê li jêr navên cuda jinav bibin, lê belê serketin di vê yekê da neanîn, bi tenê bi rêya hinek kirê girtiyên Kurd ku paş bi “Giropa Kalfaman” hatin bi nav kirin 50٪ ji xaka Başûrê Kurdistanê bi dujimnan hat firotin, ya rast dujminên gelê Kurd dixwestin bi alîkariya digel xiyanetkarên Kalfam di nava Başûr de statoya Herêma Kurdistanê bi temamî ji nav bibin û Herêma Başûr tune bikin, lê berxwedana Pêşmergeyan li Mehmûdiyê û Sihêla û Pirdê hemû pîlanên wan jinav birin.
Niha jî dewletên dujmin dixwazin bi hênceta xerabiya rewşa abûrî ya Başûrê Kurdistanê ku ev reşa xirab bi saya serê wan dewletan bi xwe hatiye çêkirin, qonaxa duyemîn ji pîlana 16ê oktoberê ji bo nehêlana statoya Başûrê Kurdistanê bicî bikin, ew jî bi rêya Şasiwar Ebdulwahid serokê tevgera Newey Nuwê, bangewaza vî kesî ku xwe bi opozisyon û xemxorê gel dide nas kirin, bi fîta dewletên dujmin û xaînên 16ê oktoberê ye, heya ku ji aliyekê wan pirisgirêkên di nava YNKê da ji bîra gel biben ji aliyekê dî rewşa Başûr aloz bikin û rêgiriyê li pirojeya rîformê ya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê bigirin.
[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#ce4041″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#910000||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true”]
Ji bo xwendina beşa duyemîn vir kilîk bike
[/mpc_alert]




