ALOZIYÊN DINAVBERA ARTÊŞA SÛRIYÊ Û ARTÊŞA TIRKIYÊ BERDEWAMIN

ALOZIYÊN DINAVBERA ARTÊŞA SÛRIYÊ Û ARTÊŞA TIRKIYÊ BERDEWAMIN

Piştî kontirolkirina 32 deveran li sînorê Helebê artêşa Sûriyê xaleka serbazî ya Tirkiyê li wê navçeyê topbaran kir û  her li wê navçeyê xaleke din jî dorpêç kirîye.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, piştî kontrolkirina tevahya rojavayê Helebê artêşa Sûriya xaleka serbazî ya Tirkiyê li gundê Şêx ‘Eqîl topbaran kir û di encamê de hejmarek ji serbazên Tirkiyê birîndar bûn.

Riwangehê belav jî kirîye, li gel pêşbveçûnên artêşa Sûriyê li sînorê Helebê xaleka çavdêrîyê a artêşs Tirkiyê bi navê ‘Endan ji aliyê hikumetê ve hatîye dorpêç kirin.

Hatîye belavkirin jî ku di 24 demjimêran de artêşa Sûriyê karîye  32 gund û bajarokan li sînorê Helebê kontrol bike. Ev yekem care, piştî sala 2011yê rejîma Sûriyê dikare tevahiya rojavaya sînorê Helebê kontirol bike. Li gor Riwangehê li gel pêşveçûnên artîşa Sûriyê hejmara koçberan jî zêde bûye û di dema 21 rojan de jî bêtir ji 400 hezar kes koçber bûne.

Pustên heman beş