KORONA GEHIŞTIYE ÎRANÊ

COVID-19

Komara Îslamiya Îranê îro ragihand ku vayrosa Korona ku bi navê COVID-19 hatiye bi nav kirin, gihiştiye cem wan û du halet hatine tesbît kirin.

Wezareta saxlemiya Îranê îro roja çarşemê 19/2/2020an ragihand, 2 haletên vayrosa Koronayê li cem wan li bajarê Qum peyda bûne û herdu kes hatine binçav kirin û ketine li jêr çavdêriya saxlemiyê.

Vayrosa Korona li dawiya sala rabûrî li Çînê li bajarê Wuhan yê herêma Hobî derket bû û piştre ji bo nêzî 29 welatan hat veguhastin.

Îran jî yekem wlatê navçeyê ye paş Îmarata Erebî ku ev vayrosa kujek digehe nava wê de.

Datayên fermî yên Çînê eşkere kirine, heta niha 75282 kes bi Koronayê tûşbûne, her wiha 2012 kesan canê xwe ji dest da ne û nêzî 500 tûşbûyan li dervey Çînê hene.

Pustên heman beş