Hat ragihandin ku li Quma bajarê Îranê 2 kes ji ber cura nû ya vayrosê Koronayê (COVID-19) canê xwe ji dest dan.
Berpirsê Peywendiya Gel a Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cihanpur li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li bajarê Qumê 2 kesên ku bi gazina şikesta hilmê (Respiratory failure) di bin çavdêriyê de bûn û testên wan ên vayrosa Koronayê pozîtif derketibûn, canê xwe ji dest dan.
Rektorê Zanîngeha Bijîşkî ya Qumê Mihemed Reza Qadir di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Îranê de destnîşan kir ku di 4 rojên dawîn de gazinên şikesta hilmê zêde bûne.
Mirina van herdu nexweşên Koronayê hem wexta î’lankirina Îranê ji bo hebûna wê vayrosê li nava wilatê wê tê ku her îro roja çarşemî ev nûçe ragihandibû.