Vayrosa Korona yê Kovîd – 19 gihiştiye Îranê û tirseke zêde li cem Gelê wî welatî dirist bûye, jiberku ew dizanin hêjan çi dermanek ji bo çareser bûnê nehatîye dîtin.
Duh roja çarşembê 19/2/2020ê wezareta saxlemiya Îranê ragihand vayrosa Korona li bajarê Qum yê nêzîkî tehranê derketye û 2 kes tûş bûne, piştî ku têstên wan pozetîv derketîn, li êvara heman rojê mirina wan herdu tûşbûyan ragihand.
Belav bûna vayrosê tiris li cem gelê Îranê dirist kiriye û her zû dest bi l ber kirina maskan kirîne, hikûmetê pêrabûnên lezgîn ji bo berhingarbûn û kontrol kirina vayrosê wergirtine bi taybet li bajarê Qum.
Li gor wezareta saxlemiya Îranê û bi fermana raste rast a serokê Îranê Hesen Rohanî, dewam li dibistan û zanîngehên bajarê Qum hatye rawestandin, herweha zalgeh li navbera bajarê Qum û tehranê hatîne dijwar kirin.
Herweha bi fermana Hesen Rohanî civatek ji bo berhingarbûna Korona yê hat damezrandin û 2 nexweşxane ji bo tûş bûyan hatine terxan kirin.
Li gor datayên fermî yên Çînê, heta niha 75752 kes tenê li Çînê tûşî Korona yê bûyne, 2130 kesan jî canê xwe ji dest daye, ji bilî Çînê Korona li 29 wlatên din yên cîhanê belav bûye.