DI XWEPÊŞANDANÊN ÎRAQÊ DA ÇEND KES HATÎNE KUŞTIN?

DI XWEPÊŞANDANÊN ÎRAQÊ DA ÇEND KES HATÎNE KUŞTIN?

Komîsyona mafên mirovî ya Îraqê îro amara sercem qurbaniyên xwepêşandanên Îraqê belav kir û li gor wê, 566 kes hatîne kuştin.

Komîsyona mafên mirovî ya Îraqê ku ji destpêka xwepêşandanên Îraqê li meha Oktobera sala rabûrî 2019ê çavdêrîya rewşa xwepêşandanan û qurbaniyên wê dike, îro roja pêncşemî 20/2/2020ê ragihand, ji destpêka xwepêşandanan, 566 kes hatîne kuştin û 24 hezar kes brîndar bûne.

Komîsyona mafên mirovan dest nîşan kir, tenê di 2 hefteyên rabûrî da, 10 kes hatîne kuştin ku rojnamevanek û 9 çalakvan bûn.

Her li gor amara Komîsyona mafên mirovan, 79 xwepêşander bi destê kesên ne nas kirî hatîne revandin, ji sercema wan 22 hatîne azad kirin.

Herweha 2768 kes ji aliyê dewletê ve hatbûn bin çav kirin, praniya wan hatîne azad kirin, tenê 38 mane di zîndanan da.

Pustên heman beş