ITALIA KAPTINÊ KEŞTÎYEKÊ BI GOMANA QAÇAXÇÎTIYA ÇEKÎ JI TIRKIYÊ BO LÎBYAYÊ DESTESER DIKE

ITALIA KAPTINÊ KEŞTÎYEKÊ BI GOMANA QAÇAXÇÎTIYA ÇEKÎ JI TIRKIYÊ BO LÎBYAYÊ DESTESER DIKE

Dadwerê Italia îro roja pêncişemî 20/2/2020an ragihand, kaptinê keştîyeke barhilgir ku alaya Libnanê bilind kiribû, bi tometa qaçaxçîtiya çekê dinavbera Tirkiyê û Lîbya li Bakurê Italia hat desteser kirin.

Dadwerê Italia bi zelal kirina vê yekê ku kaptinê Libnanî yê keştî yê ku di bajarê beravî yê Cînewa Keştîya xwe sekinandibû, bi sedema pêdana mûşek, tank û alavên serbazî bi Lîbya û binpê kirina dorpêçên pirr çek kirinê yên neteweyên yekbûîy li dijî vî welatî li bin lêkolînan de ye.

Wî her weha ragihand: kaptinê vê keştî yê, gomanbare bi kirîn û firotina çekî digel rayedarên leşkirî yên Tirkiyê ku heya niha nasnameya wan rayedaran nehatîye eşkere kirin.

Artêşa netewî ya Lîbya di dawî ya meha rabûrî de hinek wêne ji xalî kirina barê Keştîya Tirkiyê li Terablusê parve kiribûn.

Ehmed Almismawî, Berdevkê fermî yê fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê roja pêncişemî 20/2/2020an di feysbûkê xwe de ragihand, “fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Lîbyayê, barê Keştîya Tirkiyê ku roja sêşemî yê, 28/1/2020an, li bendera Terablusê hatbû xalî kirin, bin çav kiriye.

Keştîya Firoke hilgira Firensa Şarl Dogil, li beravên Lîbya, keştîyeke serbazî a Tirkiyê resed kirbû ku Keştîya hilgira alavên zirxî beref Terablusê dibirin.

Beşdarbûyên konferansa Berlînê li 19 meha January, peyman da ku barên çekî ji bo Lîbyayê nehinêrin û maytêkirinê di rewşa navxwe ya vî welatî de nekin, lê belê Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê, duh bi rexne girtin ji biryara yekîtiya Ewropayê ji bo destpêkirina biryara nû ji bo dorpêça çekdar kirinê a Neteweyên Yekbûîy sebaret Lîbyayê, welatên Ewropayê bi lihevhatina li ser destpêkirina nû ya ” maytêkirin di navçeyê de” tumetbar kirin.

Erdogan her wiha pêşwazî ji biryara dewleta Elwîfaq bi serokatiya Fayîz Elisrac ji bo derketin ji danûstandinên digel arteşa Lîbyayê bi fermandariya Xelîfe Hefter paş êrîşa li ser bendera Terablusê, kir.

Pustên heman beş