AMERÎKA VAKSÎNA DIJE VAYROSA KORONA DIRIST KIR

AMERÎKA VAKSÎNA DIJE VAYROSA KORONA DIRIST KIR

Wîlayetên yekgirtî yên Amerîkayê, vaksîna dije vayrosê Korona yê (COVID-19) dît, lê belê li destpêkê dê li ser heywanan têst kin, paş mirovan.

Şirketa Greffex ya taybet bi (Genetic Engineering) ya Amerîkî ku baregeha wê li wîlayeta Teksasê ye, ragihand ku wan vaksîneke karîger a dije vayrosa kor nayê amade kirîye û li benda wê yekê ne ku paş rezamendiya hikûmeta Amerîkayê, bihête têst kirin.

Con brays serokê cêbecêkarê şirketa Greffex dibêje: “şirketa wan li vê hefteyê karîye vaksîna dije vayrosê Korona yê amade bikin û niha ew li benda razîbûna hikûmeta Amerîkayê ne ji bo ku li destpêkê li ser heywanan bihêt têst kirin û paşan li ser mirovan.

Herweha dest nîşan kir, paş têst kirina vaksînê, vaksîn dê bi herwe li ser wan welatan were parve kirin ku vayrosa Korona yê lê belav bûye.

Li gor pêzanînên şirketa Greffex, ev vaksîn bi hemahengî li navbera wan û peymangeha niştîmanî ya berhingarbûna nexweşiyên vegir ya emerîkayê hatîye çêkirin.

Pustên heman beş