Fermande Ebdulcebar Elzehzoh fermandarê hêzên beravî yên Yemenê li Deryaya Sor roja Eynî 21/2/2020an xeber ji pûç kirina pîlanekê li dijî Yemenê da, her weha ragihand ku di vî warî de hêzên beravî yên Yemenê karîn dest danin se keştîyeke pirr ji maddeyên teqemenî ku ji bo çekdarên Hosî dihate şandin.
Li gorey agahiyên ku di medyaya Yemenê de hatin belav kirin bi veguhastin ji zardevê fermandarê hêzên beravî yên wilatê Yemenê, Keştîya dest bi ser de hatiye girtin 200 ten maddeyên sereke yên qaçax ku ji bo dirist kirina teqemeniyan tên bikaranîn têde bûn, ev maddeye ji bo çekdarên Hosîyan dihate şandin.
Elzehzoh zelal kir ku li gorey lêkolînên destpêkî ji kesên dinav vê keştîyê de ku hejmara wan 3 kesin û herweha wan lêkolînên hatiye encamdan sebaret maddeyên dest bi ser de hatye girtin ji aliyê hêzên beravî, eşkere bûye ku ev keştîye di rêya xwe de ber bi çekdarên Hosî diçû.