SEDIR JI “QUMÊ” VEGERÎ Û PIŞKINÎN BO NEHAT KIRIN
Rêberê rewta sedir ya şî’î Muqteda Sedir, ji bajarê Qum yê Îranê vegeriya ku dema çend rojane Korona lê belav bûye û li wexta gihiştina wî bo Îraqê, nekefte bin çavdêriya pizîşkî û pişkinînan.
Muqteda Sedir, îro roja şemî 22/2/2020ê digel zêrevanên xwe ji bajarê Qum yê Îranê vegeriya Îraqê û her rast li gel gihiştina xwe ji bo Necefê, seredana mezarê îmamê Hisên kir.
Vayrosa Korona yê berî çend rojan li bajarê Qum yê Îranê belav bûye, li demekî Îraqê sînorê li gel Îranê wek rêyekê ji bo berhingarbûna vayrosê girtiye, lê belê Muqteda Sedir bi zêrevanên xwe ve, hatin nava îraqê û çi kes û alîyan ew nexistin bin çavdêrîya 14 rojî ku ev dem pêdivîye ji bo ku bihête zanîn eger mirov bi wî vayrosa kujek tûş bûye.
Hatina Muqteda sedir ji Qumê bo Necefê karvedan û nerazîbûn li cadeya Îraqê li pey xwe aniye, bi taybet li torên civakî ku wiha li ser nivîsandine, “Sedir ji dilê Korona yê vegeriya Îraqê, erê gelo Sedir Korona li gel xwe aniye”.
Li gor amarên fermî yên Îranê, Qum yekem bajarê Îranê bû Korona lê diyarbûy, heya nyha 28 kes tûş bûyî hene, ji sercema wan, 5 kesan canê xwe ji dest daye.