LI ÎDLIBÊ LEŞKEREKÎ DIN Ê TIRKIYÊ HAT KUŞTIN

LI ÎDLIBÊ LEŞKEREKÎ DIN Ê TIRKIYÊ HAT KUŞTIN

Parêzgerê bajarê Entabê ragihand, bi sedema êrîşa rejîma Sûriyê li Îdlibê, leşkerekî supayê Tirkiyê hat kuştin.

Di ragihandinê de ku ji aliyê parêzgerê bajarê Entabê ve hat parve kirin hatiye: “li navçeya Îdlib ya Sûriyê di encama bombebaran kirina hêzên Tirkiyê ji aliyê supayê rejîma Sûriyê ve, leşkerekî Tirk hat kuştin”.

Hevdem digel vê yekê de wezareta bergirî ya Tirkiyê ragihand ku wan “21 pêgehên rejîma sûryê li Îdlibê jinavbirîne”.

Wezareta bergirî ya Tirkiyê ragihand paş kuştina leşkerekî Tirk li Îdlibê, 21 pêgehên rejîma sûryê hatin bombebaran kirin û jinavbirin.

Wezareta bergirî ya Tirkiyê amaje bi vê yekê jî kir ku ew rê nadin xuyna serbazên wan biherwe biçe, herweha di dirêjahiya ragihandina xwe de ku li ser tora civakî ya twitterê de parve kiriye wezareta bergirî ya Tirkiyê zelal kir: “paş wê êrîşa bê rewişt ya Îdlibê, me 21 pêgehên rejîma Sûriyê li navçeyê bombebaran û jinavbirin, çavdêriya pêşhatan tê kirin û rêkarên pêdvî me sitandîne”.

Tê zanîn ku paş leşkerkêşiya Tirkiyê ji bo bajarê Îdlibê û derketina şer dinavbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de ev duyemîn serbazê Tirkiyê ye ku ji aliyê supayê rejîma Sûriyê ve tê kuştin.

Pustên heman beş