Li îranê 15 kesên din tûşî Korona vîrus bûn
Berpirsê Têkilîyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cîhanpur diyar kir, li welat jimara kesên ku ji Korona vîrusa nû (Kovîd-19) mirin, derket 8an.
Cîhanpur daxuyanî da têlevîzyona Hikûmeta Îranê û diyar kir ku li welatê Îranê de 15 kesên din jî tûşî Korona vîrus bûne, jimara kesên ku bi sedema Korona vîrusê canê xwe ji dest daye derket 8an.
Cîhanpur diyar kir, ji 15 kesên ku vîrus di wan da hatin tesbîtkirin, 7 jê li Qûmê, 4 jê li Tehranê, 2 jê li Gilanê, yek li Merkeziyê û yek jî li eyaleta Mazenderanê ye.