Parlemena Îraqê li bendê ye li vê hefteyê de bicive û dengdanê li ser pêkhateya kabîneya nû ya hikûmeta fedral bide.
Parlamentoya Îraqê li roja çarşemî ya bihêt 26/2/2020ê dê rûniştinek taybet bi dengdanê li ser kabîneya nû ya hikûmeta fedral saz ket ku bi serokatîya Mihemed Tewfîq Elawî ye.
Civîna parlamentoya Îraqê ya pejirandina hikûmeta nû biryar bû sibe roja duşemî hatiba lidarxistin, lê belê Hesen Keibî Cihgirê yekem yê serokê parlamentoya Îraqê ragihand ku ew rûniştin ji bo roja çarşemî yê hat paşxistin.
Li roja pêncişemî ya rabûrî, Adil Ebdulmehdî serok wezîrê dest ji kar kêşayî yê Îraqê nivîsarek fermî arastey parlamentoya Îraqê kirbû û têda daxwaz kirbû roja duşemî yê anku sibe parlamento civîna xwe lidarxe û baweryê bide hikûmeta nû.
Lê belê duh roja şemî, Mihemed Helbûsî serokê parlamentoya Îraqê eşkere kir, heya navên wezîrên nû û bernameya karê hikûmetê negehe parlamentoyê, ew nikarin rûniştna parlamentoyê saz bikin û baweryê bi wê hikûmetê bidin.
Li gor destûra bingehîn ya Îraqê rûniştna parlamentoyê ji bo bawerî danê bi kabîneya nû li ser daxwaza 50 parlementeran yan serok komar yan serok wezîrên Îraqê yan jî serokê parlamentoyê dihêt lidarxistin.
Hikûmeta nû ji bo wergirtina baweriya parlamentoyê, pêdivîye 50+1 ya dengan bi dest xwe ve bîne.
Li roja çarşemî ya rabûrî serok wezîrê raspardî Mihemed Tewfîq Elawî ragihandibû, wezîrê nû ji kesên serbixwe û bê alî hatîne hilbijartin.