KOREYA BAKUR DÎPLOMATKARÊN BIYANÎ LI WELATÊ XWE XISTIN BIN ÇAVDÊRIYÊ 

KOREYA BAKUR DÎPLOMATKARÊN BIYANÎ LI WELATÊ XWE XISTIN BIN ÇAVDÊRIYÊ 

Koreya Bakur ji bo rû bi rû bûna vîrosa Korona, 380 wilatîyên biyanî di nava wilatê xwe de xistin bin çavdêriyê , ku li gorey medyaya fermî ya Koreya Bakur piraniya wan kesên hatiye binçavkirin  dîplomatkarên biyanî û malbatên wan yên nîştecî li Pîyong Yanginê ne.

Heya niha diyar nîne ku binçavkirina  van kesan heya çi dem wê bidome, herçend heya niha ti haletekê tûş bûn bi vîrosa Koronayê li Koreya Bakur nehatiye tomarkirin.

Ev yek di demekê daye ku li Koreya Başûr 763 kes tûşî vîrosa Korona bûne û ji vê jimarê 7 kesan bi sedema vîrosa Korona canê xwe ji dest daye.

Her wiha li Koreya Başûr jiber tûş bûna 11 serbazên vî wilatî bi vê vîrosê, artêşa vî wilatî 7700 serbazên xwe xistin bin çavdêriyê .

Pustên heman beş