Li îraqê yekem tûşbûn bi vîrosa Korona li bajarê Necefê hat tomarkirin.
Rezwan Kenedî, serokê fermangeha tenduristî ya Necefê ragihand, yekem haletê tûşbûna bi vîrosê Koronayê hat tomarkirin, ku Îranî ye û xwendkarekê xwendingehek ayîniye li Necefê.
Serokê fermangeha tenduristî ya Necefê zelalkir, kesê tûşbûyî bi vîrosa Koronayê Îranî ye û pêş qedexekirina hatina Îranî yan ji bo nava xaka Îraqê ew kes hatiye nava xaka Îraqê de, herweha amaje bi vê yekê jî da ku ew kes niha ji nexweşên din hatiye cudakirin û li jêr çavdêriya pizîşkîdaye û derketiye ku hilgirê vîrosa Koronayê ye.