JI ÎFLASA DIRAVÎ BER BI ÎFLASA SIYASÎ

Xwepêşandan derbirîne ji nerîna bi kom bi awayê givaşê ji bo bi dest xistina hinek daxwazîyan, li gor carnama mafên mirovan, xwepêşandan mafekî sereke yê kesî ye, beşeke ji mafê derbirînê ji nerînê û beşeke ji beşdarîya siyasî ya wilatîyan di cîhana îro de.

BIJLÎ DAÎŞÊ WILATFIROŞÊN XOMAL REWŞA HERÊMA BAŞÛR XERAB KIR

Ya eşkereye paş  hatina rêxistina terorîstîya DAÎŞê li sala 2014an bo wilatê Îraqê û Herêma Kurdistanê, bandoreka nerênî li ser rewşa Herêma Başûrê Kurdistanê kir û bû sedema têk birina rewşa jiyana wilatîyan li Herêma Kurdistanê, her wiha paş refrandûma serxwebûna Herêma Başûr li sala 2017an û qut kirina beşe budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê federal ve li dûv daxwaza hinek wilatfiroşên xomal, êdî rewşa Herêma Kurdistanê ji hemû alîyan kete di xeterîyeke mezon de, bi taybet texa wezîfedarên hokûmetê ku bandoreke raste rast li ser rewşa joyana wan kir.

YA PÊWÎST JI BO WILATÎYÊN HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NEHATÎYE KIRIN

Rola wilatyên Herêma Kurdistanê di derbas kirina evan kirîz û nexweşîyan de ji hejî pesin û dest xweşiyên mezine ku di xeraptirîn rojên xwe de helgirên aramî û bêhinfirehiyê bûne beranber ewan asteng û nexweşiyên rastî jiyana wan bûyn, her çend di nuke de rewşa Herêma Kurdistanê berev baştir gav avêtine, lê belê her wek ya pêwîst ji bo wilatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê nehatîye kirin û di rasta wilatiyên xwe da hikûmetê hinekî xemsare, ji ber ku heya nuke girîngtirîn pêwîstiyên wilatiyên Herêma Kurdistanê nehatine dabîn kirin ji wan nedana paşkefta mûçeyan yên salên derbas bûyî, her wiha nedabîn kirina asta pêwîst yê enerjî û mazotê ku ev hemû ji pêwîstiyên herî girîngin di jiyana wilatîyan de.

SEYRE KESEK NIKARE QERZÊN GEL BIDE PENAYÊ JI BO TÊKDANÊ DIBE

Her wiha paş pejrandina pirojeya rîformê ji aliyê parlimena Herêma Başûrê Kurdistanê û îmze kirina piroje yasayê ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve li 3/2/2020an ku yek ji birgeyên piroje yasayê dibêje: pêwîste bazirganên qerzên hikûmetê li cem wan hene, bi zûtirîn wext evan qerzan ji bo hikûmetê vegerînin, ya seyr ew bûye ku kesek nikare qerzên gel bide penayê dibe ber hinek arasteyên din ku xwe li qerzên hikûmetê vedize û penayê dibe ber xwepêşandanên sertaserî li Herêma Kurdistanê li dijî hikûmetê.

XWEPÊŞANDANÊN DÛR JI TÊKDANA ARAMIYÊ MAFEKÎ REWAYE

Daxwaz kirina maf û pêwîstiyên wliatîyan bi xwepêşandanan mafekî sereke yê wilatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê ye ku bi evê çendê rola xwe bigêrin, lê belê dûr ji bandor û piştgirîya part û aliyên siyasî yên navxwe û derekî, dûr ji bikaranîna alav û rêkarên neaşitîyane ku bibine sedema têk birina ewlehî û asayîşa Herêma Kurdistanê.

Aştî Fethî Bêsfikî

Aştî Fethî Bêsifkî

 

Pustên heman beş