KORONA LI ÎRAQÊ LI CEM VÎ KESÎ YE

KORONA LI ÎRAQÊ LI CEM VÎ KESÎ YE

Yekem haleta tûşbûnê bi vayrosa Koronayê Kovîd 19 îro li Îraqê hat tesbît kirin ku li cem xwendkarekê Îranê ye û li Hewza Necefê xwendina xwe di domîne.

Suheyl El Emîrî navê wî gencê Îranî ye ku îro roja duşemî 24/2/2020an li bajarê Necefê yê Îraqê wek yekem tûşbûyê Koronayê hat dest nîşan kirin, wî di peyamekê de ku li ser hesaba xwe ya Facebookê parve kirîye dibêje: “Di her rewşekê de ji bo nexweşîya me û saxlemîya me, em sipasîya xudê dikin, tenê xudê bi rehmeta xwe em çêkirine û saxlemîyê dide me û ji me distîne û her ew hekîme”.

Di beşeka din ya peyama xwe de gencê tûşbûyî dibêje: “Ez ew kesim ku tûşî vayrosa Koronayê bûme, şîfa, saxlemî û mirin bi destê xudaye, hêvî xwazim gelê Îraqê û ez jî ji her derd û belayekê dûr bîn, ji ber ku min Tehrana wilatê xwe ji bo Necefê bi cî hiştîye, ji bo ku bi dûv zanînê bgerim û xizmeta Îmamê hisên bikim, min çi niyaz ji bo vegerînê nîne, Îraqê weke wilatê mine, Necef weke bajarê mine û gelê Îraqê jî weke gelê xwe di hilbijêrim”.

Suheyl el Emîrî her wiha dest nîşan kir, “Ew li çi wextekî ne tirsiyaye, belku tirsa wî ji bo gelê bi rumetê Îraqê ye, ez du’ayan dikim ku xuda Îraqê ji her derd û xerabiyekê biparêze bi taybet ji vê vayrosê”.

Gencê tûşbûyî bi Koronayê li dawîya peyama xwe dibêje: “Ez daxwazê dikim du’ayan ji bo gelê Îraqê bikin ji bo ku ji hemû derd û belayan dûr be, xudê Îraqê û gelê û wê û zanayên wê, xwendkarên zanînê bi taybet yên semaheta merce’a bilind Elî Sîstanî bi parêze”.

Pustên heman beş