BI VÎDIYO BIBÎNE.. RÛSIYÊ 10 SERBAZÊN TIRKIYÊ KUŞTIN

Di êrîşekê de ku balefirên ceng yên Rûsya federal li derdûra Idlibê pêkaniye, 10 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Nerîngeha Sûriyê ya mafên mirovan belav kir, ji encama êrîşeke balefirên ceng yên Rûsya û rejîma Sûriyê de, 10 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin û birîndar kirin.

Dest nîşan kir, balefirên ceng yên Rûsya û Rejîma Sûriyê êrîşî ser xaleke arteşa Tirkiyê li Herêma Kensefira li Başûrê Idlibê kir, di encamê de hejmarek erebeyên serbazî hatin şewtandin û 10 serbazên Tirk hatin kuştin û birîndar kirin.

Ev yek di demekê de ye, îro û piştî şerekî dijwar di navbera arteşa Sûriyê û komên çekdaran de, arteşa Sûriyê karî 3 gundan li Başûrê Idlibê kontirol bike.

Li gor nerîngehê hêzên Tirkiyê û komên çekdarên ser bi wê ve, îro xalên Rejîma Sûriyê li gundên rojhilatê Idlibê moşekbaran kirin û dest bi êrîşeke zemînî kirine.

Pustên heman beş