ÎRAN… JIMARA WAN KESÊN BI SEDEMA VÎRUSA KORONA CANÊ XWE JI DEST DAY BÛN 26 KES

ÎRAN... JIMARA WAN KESÊN BI SEDEMA VÎRUSA KORONA CANÊ XWE JI DEST DAY BÛN 26 KES

Piştî mirina çar tûşbûyên din bi vîrusa Korona (kovîd-19) li Îranê, jimara qurbaniyên vê vîrusê, gihîşt 26 kesan û jimara haletên tûş bûnê bi vê vîrusê jî blind bûn ji bo 245 kesan.

Pêgeha nûçeyan ya fars belav kiriye, berpirsê peywendiyan li wezareta tendirustî ya Îranê, Kîyanoş Cîhanpor sebaret jimara kesên tûş bûyî bi vîrusa Korona li Îranê, ragihand “heya îro 26 kesan ji hemwilatiyên me canê xwe ji dest daye. Jimara kesên tûş bûyî jî bo 245 kesan blind bûye.

Hevdem ajansa nûçeyan ya Îranê belav kir, jimara wan kesên bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe ji dest day 22 kesin û jimara haletên tûşbûyan jî 141 haletin.

Duh rêveberê tenduristîya cîhanî, Têdros Edhanom di daxuyaniyekê de amaje bi vê yekê kirbû ew pir xembarîn bi bilindbûna ne çaverêkirî ya haletên tûşbûnê bi vîrusa Korona (kovîd-19) li her yek ji wlatên Îranê, Îtalyayê û Koreya Başûr.

Pustên heman beş