ji 4 berpirsyarên mezin yên Îranê yek ji wan canê xwe ji dest da
Paş tûşbûna cêgirê wezîrê saxlemiya Îranê bi vayrosa Koronayê (Kovîd 19) û her wiha mirina balyozê Îranê yê Vatîkanê bi wê vayrosê, îro Koronayê cêgira serok komar jî tûş kir.
Îro roja pêncşemî 27/2/2020an, zanayê olî û balyozê berê yê Îranê li Vatîkanê, (Hadî Xusrewşahî) ku temen 81 sale bi sedema vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.
Ajansa Tesnîm ya Îranê eşkere kir, duh roja çarşemî 26/2/2020an Xusrewşahî bi gumana tûşbûnê bi vayrosa Koronayê ji bo çareser kirinê ji bo nexweşxaneya Mesîh Danîşver li Tehranê hatibû veguhastin.
Her îro roja pêncşemî, tûşbûna cêgira Serok Komarê Îranê Me’sûmê Îbtîkar bi Koronayê hat pişt rast kirin.
Seroktîya Îranê eşkere kir, hemû endamên tîma Me’sûmê Îbtîkar pişkînîn ji bo hatine kirin û roja şemî encamên pişkinînên wan wê derkevin.
Li roja sêşemî ya rabûrî, Îrc Herîrcî cêgirê wezîrê saxlemiya Îranê, yekem berpirsê îranê bû ku tûşî vayrosê Koronayê bûy.
Her îro roja pêncşemî, tûşbûna Mucteba Zulnûr nûnerê bajarê Qumê li Encûmena Şûraya Îranê bi vayrosa Koronayê hat ragihandin û di vîdyoyekê da, wî eşkere kir ku ew niha li bin çavdêrîya saxlemiyê ye.