SULTAN ERDOGAN DIRBEK LI HIZBA XWEDÊ DA

SULTAN ERDOGAN DIRBEK LI HIZBA XWEDÊ DA

Di êrîşeke asîmanî ya Tirkiyê de ku îro serê sibê li derdûra Îdlibê hat kirin, 9 çekdarên Hîzbollah hatine kuştin û 30 brîndar ketin, serok komarê Tirkiyê jî ragihand, rejîma sûryê ji êrîşên wan rizgar nabe.

Li gor ajansa Royterzê, îro serê sibehê 29/2/2020an balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê û herweha tophavêjên arteşa Tirkiyê, êrîşa xalên çekdarên Hîzbollah li sûryê li derdûra Îdlibê kir û zirarên canî yên mezn pêre xistin.

Li gor amarên fermî, di êrîşê de, 9 çekdarên Hîzbollah hatine kuştin û 30 brîndar ketine.

Arteşa Tirkiyê ragihand, di êrîşê de baregeheke Hîzbollah li nêzî bajarokê Seraqib hatiye hedef kirin.

Arteşa sûryê ji meha dîsambera sala rabûrî 2019an êrîşa ser komên çekdarên opozisyonê dest pê kirîye û niha nêzî xalên çavdêriyê yên arteşa Tirkiyê li Îdlibê bûne.

Li du rojên rabûrî di êrîşeka asîmanî ya rejîma sûryê de, pêtir ji 30 leşkirên Tirk hatin kuştin û paş vê yekê Tirkiyê di çendîn êrîşan de weke tolhildanek bi dehan leşkirên rejîma sûryê kuştine.

Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê jî îro got: “êdî her tiştê girêdayî rejîma sûryê wê bibe armanca arteşa Tirkiyê û tekez kir ku li rojên rabûrî wan pêtir ji 1000 leşkirên rejîmê Beşar Esed kuştine”.

Pustên heman beş