TRUMP Û ERDOGAN JI RÛSYAYÊ Û SÛRIYÊ DIXWAZIN ÊRÎŞÊN SER ÎDLIBÊ RAWESTÎNIN

TRUMP Û ERDOGAN JI RÛSYAYÊ Û SÛRIYÊ DIXWAZIN ÊRÎŞÊN SER ÎDLIBÊ RAWESTÎNIN

Koçka spî duh roja Eynî 28/2/2020an ragihand Donald Trump Serokê Emerîka û Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê ji Rûsyayê û Sûriyê xwastiye taku êrîşên xwe li ser bajarê Îdlibê li Bakurê Rojavayê Sûriyê rawestînin.

Ji aliyeke din Serokatiya Komara Tirkiyê roja Eynî ragihand ku Erdogan di peywendîyeke telefonî da digel hevkîfê xwe yê Amerîkayê rewşa Îdlibê gengeşe kiriye.

Serokatiya komara Tirkiyê ragihand ku Erdogan û Trump sebaret pêwîstiya pêşde avêtina gavên zêdetir ji bo berhingarbûna karesata mezn ya însanî li Îdlibê gihiştîne lihevhatinê.

Ev peywendîya telefonî dinavbera Tirkiyê û Amerîka de paş vê yekê hat encamdan ku bi sedema bombebaran kirina hêzên Tirkiyê ji aliyê hêzên sûryê û Rûsyayê ve li Îdlibê 33 leşkerên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hatin berteref kirin.

Pustên heman beş