AMERÎKAYÊ WÊNEYÊ KORONAYÊ BELAV KIR

Noşdarên Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê hinek wêneyên nû yên vayrosa Koronayê (COVID – 19) belav kirin ku li nav laşê nexweşekî de ne.
Noşdarên Amerîkayê wêneyên nû yên vayrosa Koronayê belav kirin ku ji xaneyên nexweşekî hatine girtin û xweya dike kanê vayros li nav laşê mirovan de bi tu awayî ye.
Li gor wêneyan vayrosa Koronayê bi rengê şîn bi zelalî di wêneyan de xweya dike.
Noşdaran ev wêne ji xaneyên kesekê tûşbûyî bi Koronayê girtine û xalên bi rengê şîn nîşanên şêweya vayrosê ne di xaneyên laşê nexweşî de.
Noşdaran eşkere kir ku ev nexweş temen 36 salî ye û yekem kesê Amerîkayê ye ku tûşî vayrosa (COVID – 19) bûye û wêne bi rêya maykroskoba (Vîron) hatine kêşan.
Wêne eşkere diken ku vayrosa Koronayê bi tu awayê êrişê dike ser xaneyên laşî û nexweşî tûşî hewdaneke dijwar dike, her wiha kanê bi tu lezatî vayros di nav laşî de zêde dibe.
