TEHRANÊ GEF LI ENQEREYÊ XWARIN

TEHRANÊ GEF LI ENQEREYÊ XWARIN

Çavkaniyên rojnamevanî li Îranê roja yekşemî 1/3/2020an xeber ji berdewamiya bûmbebarankirina pêgehên hêzên Îranê û çekdarên ser bi Îranê li Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve da.

“rawêjkariya serbazî” ya Îranê ku di rastî de pêgeha serbazî ya ser bi supayê Îranê ye ji bo hinartina çekdarên tundrew ji Efxanistanê, Pakistan, Îraq û Libnanê ji bo Sûriyê, hevdem digel tekez kirin li ser berdewamiya bûmbebaran kirina giran a topxaneyên arteşa Tirkiyê li ser pêgehên Îranê û mîlîşyayên ser bi wê ve, daxwaz ji Tirkiyê kir ku bi şêweyek “‘Eqlanî” serederiyê digel rewşa Îdlibê bikit.

Li gorey pêgeha elîktironî ya “TABNAK” a ser bi rejîma Îranê bi veguhastin ji çavkaniyên Libnanî, saziya serbazî ya Îranê li Sûriyê “senterê rawêjkariya Îranê” di daxuyaniyekê de ragihandiye: “ji serê sibe ya roja bihurî me ferman li hîzên xwe kiriye ku arteşa Tirkiyê li Îdlibê armanc bikin daku bi vê rêyê bikarin canê xwe biparêzin. Lê belê herçend hîzên me dikarîn teqeyê li arteşa Tirkiyê bikin lê wan xwe ji armanc kirina wan dûr girtiye lê arteşa Tirkiyê berdewame li bûmbebaran kirina pêgeh û senter û sengerên me”.

Senterê serbazî yê Îranê di ragihandina xwe de daxwaz ji serok û fermandarên Tirkiyê kir ku rêgiriyê bikin ji “riştina xwîna serbazên” wî welatî li nava xaka Sûriyê de.

Piştî êrîşa ku li roja eynî hêza asîmanî ya Rûsya û arteşa Sûriyê kirî ser hêzên Tirkiyê li Îdlibê, pitir ji 34 serbazên Tirk hatin berteref kirin.

Arteşa Tirkiyê di berisva vê êrîşê de, êrîşên bejayî û topxaneyî li dijî artêşa Sûriyê û hêzên Îranê û Hîzbullah ya Libnanî û mîlîşyayên din yên li derdora Îdlibê pêk anîn.

Li gorey daxuyaniya arteşa Tirkiyê balefirên cengî yên Tirkiyê bi navê F16 pêtrî 50 êrîşên asîmanî li dijî pîgehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên Îranê û mîlîşyayên din yên ser bi wan ve encamdane ku ev êrîş bûne sedema berterefkirina pitirî ji hezar hîzan û ew bi temamî hatin jinavbirin, paş van êrîşên arteşa Tirkiyê hêzên arteşa Sûriyê û mîlîşyayên Îranê û mîlîşyayên din yên ser bi wan ve naçar man bajarê Serqib bi cî bihêlin.

Pustên heman beş