RÛSYA: JI ÎRO PÊDE EMÊ GARANTIYA EWLEHIYA BALEFIRÊN TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ NEKÎN

RÛSYA: JI ÎRO PÊDE EMÊ GARANTIYA EWLEHIYA BALEFIRÊN TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ NEKÎN

Piştî ku rejêma esed sînorê asîmanî yê Bakurê Sûriyê bi taybetî asîmanê bajarê Îdlibê li Bakurê Rojavayê vî welatî girtî, serokê senterê aştiya Rûsya li Sûriyê roja yekşemî 1/3/2020an ragihand welatê wî çi dî nikare ewlehiya balefirên Tirkiyê li Sûriyê garantî bike.

Li gorey medyaya fermandarê deryayî Oleg Corawlîyof serokê senterê aştî ya Rûsya li Sûriyê roja yekşemî di konferenseke medyayî de ragihand ku bi berçav girtna rewşa niha fermandariya serbazî ya Rûsya çi dî nikare ewlehiya balefirên cengî yên Tirkiyê li asîmanê Sûriyê garantî bikin.

Ev helwesta Rûsyayê piştî wê yekê tê ku arteşa rejîma Sûriyê li gorey rapora pêgeha fermî ya Sûriyê “Sana” sînorê asîmanî li Bakurê Rojavayê vî welatî bi taybetî li bajarê Îdlibê li Bakurê Rojavayê vî welatî li ser balefirên cengî girtiye.

Li gorey daxuyaniya hatye belav kirin “rejîma Sûriyê wê reftara dujminî digel her balefirekê encam bidet ku sînorê asîmanî yê vî welatî li Bakurê Rojava bi taybetî li Îdlibê derbas biket û dê wan balefiran armanc biket”.

Ev yek di demekê daye ku şerê balefirên bê pîlot dinavbera hêzên ser bi rejîma Beşar Esed û arteşa Tirkiyê û gropên çekdar yên ser bi Tirkiyê hatiye rûydan.

Aloziyên Îdlibê piştî wê yekê zêde bûn ku 26 kes ji hêzên rejîma Sûriyê li vî sînorê bajarên Îdlibê û Helebê di êrîşa asîmanî ya balefirên bê pîlot yên Tirkiyê de hatî kuştin, piştî van êrîşên Tirkiyê, rejîma Sûriyê bertek nîşan da û balefireke bê pîlot a Tirkiyê li bajarê Seraqib ê ser bi Îdlibê ve xiste xwarê.

Rewangeha mafên mirov ya Sûriyê ragihand ku di pevçûnên dinavbera Sûriyê û Tirkiyê de du balefirên ceng yên rejîma Sûriyê li bajarê Îdlibê ji aliyê Tirkiyê ve hatîne armanc kirin û xistin.

Pustên heman beş