Hejmara tûşbûyên vayrosa Koronayê li welatê Çînê û seranserî cîhanê gehiştîye 89253 kesan, lê hejmara kesên ku ji vê vayrosê rizgar bûne, pêtrî 45000 kesane.
Li gor datayên fermî yên saxlemiya cîhanî, heya niha hejmara 45175 kes ji vayrosa Korona ya nû Kovîd 19 rizgar bûyne û çareserî ji bo hatîye kirin, herweha hejmara tûşbûyan gehiştîye 89253 kesan û piraniya wan li welatê Çînê ne.
Herweha diyar kir, li Çînê 80026 kes tûşî Koronayê bûne, li demekî 9227 tûş bûyî li 69 welatên cîhanê hene.