Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku li dijî rejîma sûryê operasyona Mertalê Biharê li gorî hatye pilankirin bi serkeftî berdewam dike û ji Rûsyayê jî dixwazin, ji bo hêzên rejîmê vekşin çarçoveya rêkeftina Soçîyê bandora xwe nîşan bide.
Akar got ku bi awayekî serkeftî operasyona wan berdewam dike û TSK li hemberî hemû êrîşan bi awayekî herî tund û qasî mislê wan bersiv dide.
Wezîrê Tirk diyar kir ku hevdîtinên wan bi Rûsyayê re dewam dikin û ti hizreke wana ku ew û Rûsya li meydana şer werin beramberî hev nîne û divê herkes vê bizane.
Wezîrê berevaniya Tirkiyê ya Tirkiyê, Akar got ew naxwazin bi Rûsyayê ra şer bikin û wiha dewam kir: “ji Rûsyayê daxwaza me ewe ku wek welatê garantor wezîfeyên xwe bi cih bîne. Êrîşên rejîmê bide sekinandin.”