NETANYAHU: SERKEFTINA VÊ CARÊ JI SERKEFTINA SALA 1996AN MEZINTIRE

NETANYAHU: SERKEFTINA VÊ CARÊ JI SERKEFTINA SALA 1996AN MEZINTIRE

Serê sibeya îro roja sêşemî 3/3/2020an, Binyamin Netanyahu, Serok Wezîrên Îsraîlê ahengek bi helkefta “serkeftina mezin” di hilbijartinên giştî yên “Kenîst”ê ku ew weha binav dike sazkir.

Hilbjartinên kenîsta Îsraîlê duh roja duşemî bi rêve çûn.

Netanyahu piştî ragihandina encamên pêş wext ragehand: serkeftina îşev ku li ser hemû pêşbîniyan ket ji serkeftinên sala 1996an mezintir bû, em rû bi rûyê hemû wan hêzan bûn yên ku digot Netanyahu bi dawî hat û nema.”

Li gorey encamên destpêkî, qewareya Lîkod ku Binyamin Netanyahu, ser bi wê qewareyê ye digel hevpeymanên xwe ji 120 korsiyên parlementoya Îsraîlê 60 korsî bi dest xwe ve anîne, di rewşeke bi vî awayî de Netanyahu wê bi tenê pêwîstî bi yek korsî hebît ji bo pêkanîna Hikûmetê û partiya “Şîn Sipî” jî ku Bînî Gantis Serokatiya wê diket 32 heya 33 korsiyan wê bi dest xwe ve bîne.

Pustên heman beş