Cenga Tirkiya li dijî supayê Sûriyê li derdûra Îdlibê berdewame, di dema 24 demjimêrên bûrî da, 327 serbazên rejêma Sûriyê hatine kuştin.
Wezareta Bergirî ya Tirkiya evro roja sêşemî 3/3/2020ê ragihand, di dema 24 demjimêrên bûrî da, supayê Tirkiya 327 serbazên Sûriyê li derdûra Îdlibê kuştîne, herweha zîyanên mezin gehandîne supa.
Dest nîşan kir, her ji duh roja duşemî, “firokeyek, firokeyeke bê firokevan, 6 tank, 5 tophavêj, 2 sîstemên bergirya asîmanî, 3 zirîpoş, 5 erebe û herweha erebeyeka serbazî û kargehek çekî” hatine jinav birin.
Wezareta bergirya Tirkiya herweha pişt rast kir ku hêzên wan yên asîmanî, firokeyeka şereker ji corê L-39 xistîne û wezareta bergirya Sûriyê xistina wê firokê dupat kirîye.
Supayê Sûriyê ji meha dîsambera sala bûrî 2019ê hêrşa ser komên çekdarên opozisyonê dest pê kiriye û nha nêzîkî xalên çavdêriyê yên arteşa Tirkiyê li Îdlibê bûyne.
Li rojên bûrî di êrîşeka asîmanî ya rejîma Sûriyê da, pitir ji 30 serbazên Tirk hatine kuştin û paş Tirkiya di çendîn êrîşan da wek tolhildanekê bi dehan serbazên rejîma Sûriyê kuştin.
Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiya gotiye: “êdî her tiştê girêdayî rejêma Sûriyê wê bibe armanca supayê Tirkiya.