Alîkarê Serokê Meclisa Îranê Ebduriza Misrî ragihand ku di 23 parlamenteran da cureya nû ya vîrusa Koronayê (Kovîd-19) hat tesbît kirin.
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Îranê, Misrî li paytext Tehranê der heqê geşedanên dawîn ên li ser Kovîd-19 ku pekiyaye Meclisê da zanyarî dan.
Misrî di axaftina xwe da wiha got, “Heta niha testa koronayê ya 23 parlamenteran pozîtîf derket”.
Misrî bal kişand ku parlamenterên navborî bi welatiyan ra di têkiliyeke nêzîk da ne û lewma jî dibe ku vîrus bi vî awayî belav bûbe û wiha dewam kir, “Ji bo ku zirar negihîje wan, em ji parlamenteran ra pêşniyaz dikin ku bi welatiyan ra hevdîtinan qut bikin.”
Misrî her wiha diyar kir ku fealiyetên Meclisê dê bidomin, lêbelê hevdîtina parlamenteran a bi gel ra demkî hat betal kirin.
Li gor dawî amar, heta niha pitirî 2300 kesan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tûşî vayrosê Koronayê bûne, 77 kesan jî canê xwe ji dest da ye, Îran di rêzbendîya 4an deye li ser asta cîhanê di belav bûna vayrosa Koronayê de.