Rêberê şorişa Îslamîya Îranê, îro bang li gelê Îranê kir destên xwe bişûn, weke rêyekê ji bo berhingarbûna vayrosa (Kovîd-19).
Li gel zêde bûna hejmara tûşbûyên vayrosa Korona ya nû (Kovîd-19) li Îranê, îro roja sêşemî 3/3/2020ê Ayetulla Elî Xamineyî, Rêberê şorişa Îslamîya Îranê, bang li gelê wilatê xwe kir ku dest û çavên xwe bişûn û di jîngeheke pakij de bijîn.
Xamineyî her wiha got: “Ji bo berhingarbûn û rêgirtin li zêdetir berbelavbûna vayrosa Koronayê, pêwîste gelê Îranê rênimayên saxlemiyê li ber çav bigirin û kar pê biken”.
Li gor datayên fermî yên Îranê, heta niha pêtir ji 2336 kesan bi vayrosa Koronayê tûş bûne, 77 kes heta niha canê xwe ji dest dane, bi rêjeya mirinê, Îran bi welatê duwê piştî Çînê tê hejmartin.