ÇEKDARÊN HÎZBOLLAH GEFA “HILKIRINA AGIRÊ ŞER” LI ÎRAQÊ DIKIN

ÇEKDARÊN HÎZBOLLAH GEFA"HILKIRINA AGIRÊ ŞER" LI ÎRAQÊ DIKIN

Mîlîşyayên Hîzbollah duh şev 2/3/2020an gef kirin ku eger Mistefa Elkazmî Serokê Saziya Îstixbaratê ji bo postê Serok Wezîriya Hikûmeta Îraqê were erkdar kirin, dê agirê şer li Îraqê hilbît.

Li gorey raporên medyayî ev giropa çekdar di beyaneke nivîskî de Mistefa Elkazmî Serokê Saziya îstixbarata Îraqê, ku tê çaverê kirin weke namzedê îhtimalî yê postê Serok Wezîrên Îraqê sûçbar kiriye ku alîkariya Amerîkayê kiriye ji bo kuştina Qasim Suleymanî fermandarê supayê Quds yê Îranê û Ebû Mehdî Muhendis.

Vê giropa çekdar kesê baş ji bo posta Serok Komarî ya Îraqê di rewşa niha de Adil Ebdulmehdî ye nasandin û daxwaz kir ew careke din vegere ser kursî ya desthilatê taku Îraq bikare rewşa aloz a niha derbas bike.

Her weha di daxuyaniya çekdarên Hîzbollah da bi veguhastin ji hinek kesan sebaret namzed kirina Mistefa Elkazmî serokê saziya îstixbaratî ya Îraqê ji bo posta Serok Wezîrtîyê xeber daye, lê ev di demekî daye ku çavkaniyeke siyasî çend rojan pêş niha di axaftinê de ji bo medyayên lokalî ev babet bi drew da zanîn û ji medyayan xwast di veguhastina babetan de hişyar bin.

Ji aliyekê din Adil Ebdulmehdî Serok Komarê dest ji kar kişandî yê Îraqê ku di rewşa niha de di posta serperiştî kirina dewletê daye roja duşemî di nameyekê de ji bo Berhem Salih Serok Komarê Îraqê, hevdem digel ragihandina xembariya xwe ji ber ne serkeftina Mihemed Elawî di pêk anîna Hikûmeta nû ya Îraqê de, daxwaza hilbijartinên pêş wext kir.

Her weha Ebdulmehdî ji parlamentoya Îraqê xwast taku civîneke ne asayî encam bidin li ser babetê yasaya hilbijartina, bazineyên hilbijartina û komîsyariya hilbijartina û 4/12/2020an weke roja pêşniyar kirî ji bo hilbijartina diyar kir.

Ebdulmehdî herweha daxwaza hilweşandina civata parlamentoya Îraqê kir 60 rojan berî demê pêşniyar kirî ji bo encamdana hilbijartina.

Ebdulmehdî her weha daxwaza encamdana giştpirsiyê li ser destûra bingehîn ya Îraqê hevdem di gel hilbijartinên pêşniyar kirî ji aliyê wî ve kir.

Pustên heman beş