BI VÎDYO.. KORONAYÊ CIYÊN ŞÛŞTINA MEYTAN PIRÎ CESED KIRINE

BI VÎDYO.. KORONAYÊ CIYÊN ŞÛŞTINA MEYTAN PIRÎ CESED KIRINE

Vîrosa Koronayê li tevahiya Îranê belave bûye û nizîke rewş ji kontirolê derbikeve, bi awayekî ku êdê cih ji bo cesedên meyîtan nemane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirine, hejmara tûşbûyên vîrosa Koronaya nû Kovîd-19 gelek ji wê hejmarê pêtirin ku hikûmeta wî wilatî radigihîne, bi awayekî ku rewş ji kontirolê derketiye û zenga xeterê ji mêjde lêdaye.

Li gor vîdyoyekê ku li cîyê “Beheştê Meisûmê” yê şûştina meyîtan li Tehrana paytexta Îranê hatîye girtin, xuya dibe kanê bi tu awa bi dehan cesed li wirin û her hemû yên qurbaniyên vayrosa Koronayê ne.

Ev vîdyo ji aliyê yek ji karmendên saxlemiyê ve hatîye girtin û têda dibêje: “Hejmara qurbanîyan pirin, êdî cî ji bo cesedên meyîtan nemaye, bi hezaran kesan canê xwe dest dane û bi hezaran kes tûş bûne”.

Ev vîdyo duh roja duşemî 2/3/2020an hatîye girtin û ew karmendê saxlemiyê têde dibêje: “Ev ew meytin ku hatine şûştin, hejmara wan pirin”.

Pustên heman beş