KORONA LI HEMÛ PARÊZGEHÊN ÎRANÊ BELAV DIBE

KORONA LI HEMÛ PARÊZGEHÊN ÎRANÊ BELAV DIBE

Serok komarê Îranê, Hesen Rohanî ragihand: “ez soz didim bi alîkarya tîmên tenduristîyê yên bispor û îrade û hemahengiya gel di kêmtirîn dem de û bi kêmtirîn zîyan bi ser vê pirsgirêkê zal bibîn”.

Piştî zêdebûna tûşbûyên vîrosa Koronayê li Îranê, Serok Komarê Îranê, Hesen Rohanî ragihand: “vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) nêzî hemû parêzgehên Îranê bi xwe ve girtîne”.

Serokatiya Komara Îranê ragihand ku, di civîna encûmena wezîran de Rohanî derbarê belav bûna zêdetir ya vîrosa Korona gotiye: “vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) nêzî hemû parêzgehên Îranê bi xwe ve girtiye. Ev nexweşyeke vîrosî ye ku piraniya welatan bi xwe ve girtiye. Bi wergirtina rêkarên pêwîst û hemahengiyê, di demeka kêm de pêwîste ev nexweşî bihêt kontirol kirn”.

Hevdem digel daxuyaniya serok komarê Îranê, wezareta tendirustî ya Îranê ragihand, jimara kesên tûşbûyî bi vîrosa Korona li Îranê zêde bûye û hejmara kesên bi vî vîrosî canê xwe ji dest day blind bûye û gihane 92 kesan her weha jimara kesên tûş bûyî jî ji bo 2 hezar û 922 kesan blind bû.

Rêveberê peywendiyan li wezareta tendirustî ya Îranê, Kiyanuş Cehanpur di kongireyeke rojnamevanî de amaje bi vê yekê da ku 15 kesên din bi sedema vîrosa Koronayê canê xwe ji dest da.

Bi vê yekê jî jimara kesên bi sedema vê vîrosê canê xwe ji dest day li Îranê ji bo 92 kesan blind bû.

Kiyanuş Cehanpur her weha ragihand ku 586 haletên din yên tûşbûyên vîrosa Korona li Îranê hatîne tomar kirin û bi vê yekê jimara tûşbûyan gihîşt 2 hezar û 922 kesan.

Pustên heman beş