ÇALAKIYÊN TERORÎSTÊN DAIŞ’Ê DEWAM DIKIN

ÇALAKIYÊN TERORÎSTÊN DAIŞ’Ê DEWAM DIKIN

Li navçeyeka di navbera Kerkûk û Selahedînê de, Emîrek û pênc çekdarên DAIŞ’ê hatine girtin û li Mexmûr û Gulale jî çekdarên DAIŞ’ê sê kes kuştin.

Şaneya ragihandina ewlehîyê li Îraqê belav kirîye, saziya dije terora Îraqê Emîrek û pênc çekdarên DAIŞ’ê li navçeyeka di navbera Kerkûk û Selahedînê desteser kirîne.

Herweha bi sedema teqîna dû bombên çandî ji layê terorîstên ser bi DAIŞ’ê ve jî, li nêzîk her dû bajarokên Ebare û Golale li Bakurê Rojhilatê Dîyala, cutkarek hate kuştin û jinek û zaroyek jî brîndar bûn.

Ji alîyekê din ve li gundê Xerze li qeza Mexmûrê, çekdarên DAIŞ’ê bi cilûbergên serbazî, du sivîl kuştin û yeke din jî brîndar kir.

Ev bo dema çendîn mehane ku tevgerên rêkxirawa terorîstî ya DAIŞ’ê li Îraqê zêde bûne û carna di be sedema kuştin û birîndar kirin û revandina gelê Îraqê.

Di hefteyên rabûrî de jî xortek kurd ku rûniştvanê Germiyanê bû ji aliyê DAIŞ’ê ve hatbû desteserkirin û beramberî 45 hezar dolaran ev xorte serbest hate berdan.

Pustên heman beş