Dema çend rojane welatê Tirkiyê sînorê xwe ji bo derbasbûna koçberan ber bi Ewropayê ve vekirîye, lê belê koçber li sînorê Yonanê rastî êrîşên polîsan dibin.
Bi hezaran koçberên bê destûr ku piraniya wan sûrî ne, niha li sînorê Yonanê asê mane bi hêvîya wê yekê rê ji bo bihête dayîn derbas bibin, lê belê Yonan rê bi wan nade sînorên wê bibezînin û hejmareke yekcarî mezin ya polîsan li hêla sînor belave kirine.
Îro roja çarşemî 4/3/2020ê polîsên Yonanê teqe li hejmareka koçberan kir wexta ku bizav kirîn ji perjanê têlbend kirî derbas bin, bi wê sedemê koçberek hat kuştin û 5 brîndar ketin.
Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê weke karvedan li himber biryarên Yekîtîya Ewropayê, li dawîya heftîya rabûrî deryên sînor li beranber koçberan ji bo çûna Ewropayê vekirine, îro jî Yekîtîya Ewropayê ew hengava Tirkiyê şermezar kir û ragihand, ew niha lêkolîna dana xercîyên koçberan bi Tirkiyê diken.