POTÎN SERXWEŞIYÊ LI ERDOGAN KIR

POTÎN SERXWEŞIYÊ LI ERDOGAN KIR

Serokê Rûsya federal îro li gel serok komarê Tirkiyê civîya û yekem gotina Potîn ji bo Erdogan serxweşî kirin bû ji bo kuştina serbazên Tirk li sûryê.

Evro roja pêncşembê, 5/3/2020ê Receb Teyîb Erdogan, bi seredanekê gihişte Mosko ya paytexta Rûsya û her rast li gel Viladîmêr Potîn Serokê Rûsya civîya.

Viladîmêr Potîn serexweşî li Erdogan kir ji bo kuştina bi dehan serbazên Tirkiyê li sûryê û li derbara Îdlibê got: “rewş li wê parêzgehê gelek aloz bûye”.

Ji aliyê xwe ve Erdogan got: “ew biryarên ku dê bi hemahengî li gel Viladîmêr Potîn hêne wergirtin, dê di berjewendiya herdu aliyan da bin”.

Ev seredana Erdogan li demekî dihêt ku nêzîke şer li navbera hêzên Tirkî û Rûsî li derdûra Îdlibê dest pê biket, her çende aliyê Tirkiyê ret kirîye ku wan heza cengê li dijî Rûsya habit.

Pustên heman beş